Serok Barzanî bi şanda Tevgera Sadîqûn re civiya

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî bi şanda Tevgera Sadîqûn re civiya

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 5ê Çileyê bi şandeke Tevgera Sadîqûn a Iraqê re pêngavên piştî hilbijartinan li Iraqê gotûbêj kir û behsa hevahengiya aliyên siyasî kir.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 5ê Çileyê li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Partiya Tevgera Sadîqûnê kir, ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Sadîqûnê Dr. Neîm Ebdî Yasir serokatiya wê şandê dikir.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên piştî hilbijartinan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de jî hatin nîqaşkirin.