Artêşa Îranê hişyarî da Trump û Netanyahû: ‘Em gefan bêbersiv nahêlin’

Dîroka Weşanê :
Artêşa Îranê hişyarî da Trump û Netanyahû: ‘Em gefan bêbersiv nahêlin’

PeyamaKurd – Serfermandarê Giştî yê Îranê Emîr Xatemî, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû yên derbarê xwepêşandanên navxweyî yên Îranê de wekî "gefeke rasterast" pênase kir û ragihand ku ew ê van daxuyaniyan bêbersiv nehêlin.

Emîr Xatemî roja Çarşemê (7ê Çileya 2026an) di daxuyaniyekê de diyar kir ku Îran zimanê gefxwarinê yê dijminan wekî êrîşeke li ser ewlehiya neteweyî dibîne. Xatemî got,

"Tehran mafê xwe diparêze ku bi awayekî guncaw bersiv bide û em ê destûrê nedin ku serweriya welatê me bibe armanca gotinên dijminane."

Komîteya Bilind a Parastinê ya Îranê jî hişyariyeke tund belav kir û ragihand ku eger pêwîst bike, Îran dikare di çarçoveya "parastina rewa" de gavên pêşîlêgirtinê (operasyonên pêşwext) bavêje. Komîteyê tekez kir ku ewlehî û serxwebûna welat "xeta sor" e.

Ev daxuyaniyên tund piştî ku Donald Trump îhtîmala destwerdana leşkerî li Îranê anîbû ziman û Netanyahû piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderan ragihandibû, hatin dayîn. Rageşiya di navbera van welatan de piştî "şerê 12 rojî" yê di navbera Îran û Îsraîlê de gihîştiye asta herî bilind û her du alî amadekariyên leşkerî dikin.

Komîteya Bilind a Parastinê ku piştî wî şerî bi armanca navendîkirina biryarên leşkerî hatibû damezrandin, niha ji bo her cure senaryoyên êrîşê di amadebaşiyê de ye.