Bîlançoya êrîşên Helebê giran dibe: Di dorpêçê de gelek çekdarên biyanî hene

Dîroka Weşanê :
Bîlançoya êrîşên Helebê giran dibe: Di dorpêçê de gelek çekdarên biyanî hene

PeyamaKurd- Di encama êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Her du taxên Kurdî bi temamî di bin dorpêçê de ne û êrîşeke berfireh li dijî wan taxan hatiye destpêkirin ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin.

Ji ber vê dorpêçê, xwarin û pêdiviyên tendirustî derbasî taxan nabin, ku ev yek bûye sedema krîzeke mirovî ya giran û rewşa niştecîhan her ku diçe zehmetir dibe.

Asayîşa taxên Kurd ên Helebê di daxuyaniyeke fermî de bîlançoya dawî ya êrîşan eşkere kir û diyar kir ku heta niha 8 sivîlan can daye û 57 kesên din jî birîndar bûne. Herwiha hat gotin ku di encama topbaranên bêserûber de, bi kêmî 300 mal û dehan avahiyên xizmetguzariyê û navendên tendirustî rastî ziyanên mezin hatine.

Asayîşê hişyarî da ku hêzên hikûmetê bi hezaran leşker, çekdarên biyanî, tank û zirpoşên nû li derdora taxan bi cih kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevgereke berbiçav a dronan li ezmanê herêmê heye û ev amadekarî nîşaneya planeke ji bo dijwarkirina şer û xirabkirina rewşa mirovî ye