PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî, îro 21ê Rêbendana 2026an gihîşt paytexta Îtalyayê Romayê û dewleta Vatîkanê.
Tê payîn ku Serok Barzanî bi Papa Leo’yê 14em re bicive da ku modela pêkvejiyana olan a li Herêma Kurdistanê nîqaş bike û peywendiyên dîplomatîk xurt bike.
Ji bilî hevdîtina li Vatîkanê, Serok Barzanî dê bi rayedarên payebilind ên hikûmeta Îtalyayê re jî bicive. Di van hevdîtinan de, mijara herî giran dê rewşa krîtîk a Rojavayê Kurdistanê be.
Serok Barzanî amade ye ku "komkujî û êrîşên li ser Kurdan" ên li Rojavayê Kurdistanê bixe rojeva navdewletî û daxwaza piştgiriyê bike dayku pêşî li êrîşên komên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyeyê were girtin.
Ev duyemîn serdana fermî ya Serok Barzanî ye bo Vatîkanê ku nîşana giringiya pêgeha Kurdistanê ya di asta cîhanî de ye.