PeyamaKurd- Malpera Sky Newsê îro Yekşemê 11ê Çileyê ragihand ku hêzên HSDê bi çend otobusan ji taxa Şêx Meqsûdê ber bi aliyê rojhilatê Çemê Firatê ji bajarê Helebê derketine û çar balafirên çavdêriyê ewlehiya wan ji ezman ve kirine.
Li gorî Sky Newsê koma dawî ya hêzên ewlekariya hundirîn ên taxên Kurd ji Helebê vekişiyane û çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyeyê jî ragihandiye: "Nêzîkî 350 endamên hêzên HSDê, ku di nav nexweşxaneya taxa Şêx Meqsûdê de çeper danabûn, niha ber bi deverên di bin kontrola HSDê de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê tên veguhestin. Ev jî li gorî hevfêmkriinên ewlehiyê yên çend saetên borî ye."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû ku piştî gelek hewldanan û bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ji bo rawestandina êrîşên li ser gelê Helebê, ew gihîştine lihevkirinekê ji bo veguhastina şehîd, birîndar, sivîlên dorpêçkirî û şervan ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê têne veguhestin.