Tom Barrack spasiya rola Serok Barzanî kir û ji bo Iraqê jî alîkarî xwest

Dîroka Weşanê :
Tom Barrack spasiya rola Serok Barzanî kir û ji bo Iraqê jî alîkarî xwest

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriyeyê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack, bi rêya telefonê ligel Serok Mesûd Barzanî axivî.

Barrack, di pêwendiya telefonî de, spasiya hewldanên Serok Barzanî yên bo gihîştina rêkeftina aştiyê li Sûriyeyê kir û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku ji bo aramiya Iraqê jî roleke çalak bigire ser xwe.

Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê (Donald Trump) bo karûbarên Sûriyê Tom Barrack, îro 30yê Çileyê bi rêya telefonê axivîn.

Di peywendiyê de Tom Barrack, li ser navê xwe û Serokê Amerîkayê Donald Trump, spasiyeke taybet pêşkêşî Serok Barzanî kir. Barrack pesnê helwestên Serok Barzanî yên bo çespandina agirbestê û piştgirîkirina diyaloga navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê da. Barrack tekez kir ku rola Serok Barzanî di serxistina rêkeftina dîrokî ya îro de, kilîta aştiyê bûye.

Serok Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya Serokê Amerîkayê û hemû aliyên ku di rêya diyalogê de keda wan hebû kir. Serok Barzanî piştgiriya xwe ya tam bo rêkeftina îro (30î Çileyê) nîşan da û diyar kir ku ev pêngav bo dabînkirina aramiya herêmî giring e. Herwiha Serok Barzanî spasiya Tom Barrack kir ji bo rola wî ya bi bandor a di gihîştina bi vê rêkeftinê de.

Li gorî daxuyaniyê, Tom Barrack di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser aloziyên li Iraqê û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku di vê qonaxa siyasî ya dijwar a Iraqê de, wekî serkirdeyekî mîllî roleke berbiçav û giring bigire ser milê xwe.

Serok Barzanî di bersiva xwe de tekezî li ser çareseriya bingehîn a kêşeyên Bexdayê kir û got: “Merca sereke ya aramî û çareserkirina kêşeyên Iraqê, bicihkirina Destûrê û pabendbûna bi wê yekê ye ku pêkhateyên Iraqê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û serweriya Iraqê bê parastin.”