Umêd Xosnaw: Girtiyên dawî ne girêdayî YNK û PDKyê ne

Dîroka Weşanê :
Umêd Xosnaw: Girtiyên dawî ne girêdayî YNK û PDKyê ne

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, di civîneke çapemeniyê de derbarê rewşa ewlehiyê û girtiyên dawî de daxuyaniyên giring dan.

“Hewlêr dê aram bimîne”
Xoşnaw, piştrastî da welatiyan ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye û got: “Hewlêr dê aram bimîne.” Derbarê kesên ku hatine girtin de jî, wî red kir ku têkiliya vê mijarê bi nakokiyên siyasî yên navbera partiyan re hebe. Parêzgar tekez kir: “Kesên ku hatine girtin ti eleqeya wan bi YNK û PDKyê re tune ye.”

Peyamek ji bo YNKyê
Umêd Xoşnaw li hember bertekên li ser girtinan, helwesteke tund nîşan da û got:

Ger YNK kesê ku hatiye girtin diparêze, bila bêje ku me ew bi rê ve biriye û  ew ji bo me xebitiye.”