Arsîva MIT ê ya 110 salan vedikin

Arsîva MIT ê ya 110 salan vedikin

PeyamaKurd – MİT a Tirkiyê ji bo lêkolîneran hinek belgeyên xwe dê veke. Hem di bin sîwana MİT ê de Akademiya Îstîxbarata Netewî jî vedibe. Qanûna di derebarê mijarê de di meclisa Tirkiyê de hat qebûl kirin. Akdemî wê di asta unîwersîteyê de be û tê de di mijara îstîxbarat û ewlehiya netewî de karibin lîsansa bilind bikin.

Wê rêziknama Akademiya Îstîxbarata Netewî, birêxistina wê û qaîdeyên xebata wê ji aliyê MİT ê de bê amadekirin û wê serokkomar îmze bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin