PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tîmeke rizgarkirinê ya ku ji 115 maşînên înşaatê û 220 kesan pêk tê, yên Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) ku ji Hewlêrê bi rê ketibûn, gihîştin Semsûrê.
Hat ragihandin ku konvoya aîdî BCFê, ji bo beşdarî xebatên rakirina kavilan, lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmên ku rayedaran destnîşan kirine, li Kampusa Semsûrê tên ragirtin.
Berpirsê Karwana BCF Rizgar Ubeyd, ji Rûdawê re ragihand û got ku “Duh êvarê, bi hevkariya KAVIN Grup û BCF, 115 makîneyên avakirinê ji deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl re derbasî Tirkiyeyê bûn. Em duh êvarê gihîştin Semsûrê, me bi parêzgarê rêzdar re hevdîtinek pêk hanî. Di encama hevdîtina bi parêzgar re em li bendê ne ku ji bo rakirina xirbeyên taxekê berpirsyariya BCF bê dayîn.
Tîmeke ji me, niha li ser çêkirina rêyeke xirabûyî dixebitin. Dema ku parêzgarî cihê ku em ê lê bixebitin diyar bike, em ê hem ji bo rakirina kavilan bixebitin hem em ê yên di bin xirbeyan de rizgar bikin û hem jî em ê cenazeyan bibînin."
Rayedarê BCF jî anî zimên ku li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ew li herêma erdhejê ne. Rizgar Ubeyd diyar kir ku ji koma KAVINGê, tîma wan a pispor a ji 180 kesan pêk tê li herêmên erdhejê dixebitin hene û diyar kir ku di konvoya alîkariyê ya BCFê de 40 kes bi awayekî çalak dixebitin.
Rizgar Ubeyd diyar kir ku tîma rizgarkirinê, li gorî daxwazên rayedaran û yên di bin xirbeyan de dê dest bi xebatên xwe bikin û destnîşan kir ku ew amade ne li her herêma ku erdhejek ji bo wan bê tespîtkirin beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin û rayedaran niha navenda bajarê Semsûrê ji bo tîmên xwe diyar kirine û got,
“Di hevdîtinên me yên ku bi birêz parêzgar re hatin kirin de ji me re gotin ku em maşînên xwe yên înşaatê li vir bi cih bikin. Koordînasyoneke gelek baş heye, parêzgarî alîkariya me dike. Em li bendê ne ku ji bo rakirina mayînan, lêgerîn û rizgarkirinê ji me re cihekî diyar bikin. Wekî din, bila ez agahdariya jêrîn bidim we. Niha 10 maşînên me yên înşaatê li herêmeke diyarkirî dest bi karê xwe kirine.”
Her wiha Rizgar Ubeyd destnîşan kir ku wek Weqifa Alîkariya Barzanî û Koma KAVIN, li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî hatine herêma erdhejê û diyar kir ku ew bi rayedaran re di nav hemahengiyê de ne û tu astengî derneketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin