PeyamaKurd – Du balafirên kargo yên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve malzemeyên alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdhejê hildigirtin, li Balafirgeha Helebê danîn. Endezyarê Esmanî yê Artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan ragihand, wan nêzî 11 ton kelûpelên alîkariyê gihandine mexdûrên erdhejê.
Piştî erdhejên li Iraq, Tirkiye û Sûriyê wî diyar kir, wê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyên mirovî ji bo van welatan bên şandin.
Di vê çarçoveyê de do 2 balafirên kargo yên ku alîkariyên mirovî hilgirtibûn li Balafirxaneya Helebê danîn.
Endezyarê esmanî yê artêşa Iraqê Îhab Hemîd Selwan li Helebê ji peyamnêrê Rûdawê Enmar Gazî re ragihand, Wezareta Berevaniyê bi talîmata Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî pireke esmanî di navbera Iraq û Sûriyê de ava kir û bi vî awayî alîkariya mirovî kir.
Di vê çarçoveyê de Selwan da zanîn, wan 11 ton kelûpelên pizîşkî, çadir, betanî û keresteyên xwarinê gihandine Helebê û got, alîkariya birayên wî yên Iraqî ji bo Sûriyê ya ku ji ber erdhejê bandor bûye kêm bûye.
Herwiha hat diyarkirin, hejmara kesên ku di erdhejê de li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê û komên muxalif ên li seranserê Sûriyeyê de mirin, derket 4 hezar û 500î.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin