PeyamaKurd – Hevseroka Karên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê, daxwaza lêpirsîneke navneteweyî û serbixwe derbarê binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê kir.
Ehmedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku revandina xortan, îdamên bêdaraz, talankirina milkên sivîlan û parçekirina cenazeyan "sûcên şer" in. Wê her wiha hin dezgehên medyayê yên Erebî rexne kirin ku li Sûriyeyê fitneya etnîkî û tundûtûjiyê geş dikin.
Îlham Ehmedê bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û saziyên mafên mirovan kir ku tavilê midaxele bikin, çarenûsa kesên ku hatine revandim lêkolîn bikin û li dijî van sûcan lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin.