PeyamaKurd- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, encamên lêkolîna êrîşa têkdan û şikandina kêlên goristana Mesîhiyan a devera Şeqlawa ya Herêma Kurdistanê, belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, encamderê têkdan û şikandina kêlên goristana mesîhiyan a li devera Şeqlawa, hat girtin û dema tawan encam daye serxweş bû.
Hate diyar kirin ku êrîşkar ji xelkê bajarê Hewlêrê ye û gotiye ku dema kêl şikandine serxweş bû û di sala 2022yan de jî karekî weha kiribû û gora kesekî li Hewlêrê şewitandibû.
Hêjayî gotinê ye, di 13ê Kanûna 2025an de, hejmarek ji kêlên goristanên mesîhiyan li devera Şeqlawa hatibûn şikandin û têkdan ku ev yek bûbû sedema bertek û nerazîbûnan.