PeyamaKurd – Îro 11 sal di ser rizgarkirina bajarê Şingalê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê re derbas dibin, lê birînên jenosîda ku bi serê Kurdên Êzidî de hatibû, hê nekewiyane. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku hewldanên ji bo rizgarkirina Êzidiyên revandî û winda berdewam dikin.
Di 3yê Tebaxa 2014an de, DAIŞê êrîşeke hovane bir ser Şingalê, di encamê de nêzîkî 5,000 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û 6,417 kes jî hatin revandin. Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, Husên Qaîdî, ji BasNewsê re ragihand ku heta niha 3,593 kes hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa 2,554 kesên din hêj jî ne diyar e.
Piştî êrîşê, bi deh hezaran Êzidî ji bo parastina jiyana xwe berê xwe dan Çiyayê Şingalê û li wir hatin dorpêçkirin. Bi saya operasyoneke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, korîdoreke mirovî hate vekirin û ew kesên asê mabûn, hatin rizgar kirin.
Di 13ê Mijdara 2015an de, di operasyoneke berfireh de ku rasterast ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve dihate birêvebirin, Hêzên Pêşmerge karîn bajarê Şingalê bi temamî ji terorîstên DAIŞê paqij bikin.
Şingal, ku weke yek ji "herêmên bi nakok" tê binavkirin, navenda dîrokî û sereke ya Kurdên Êzidî ye. Trajediya 2014an weke jenosîda herî dawî û xwîndar di dîroka vê civakê de tê qebûlkirin.