ENKS: Em dixwazin bi PYDê re bibin hevbesê siyaseteke zelal

ENKS: Em dixwazin bi PYDê re bibin hevbesê siyaseteke zelal

PeyamaKurd - Piştî civîna şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya bi Serok Mesûd Barzanî re û biryara vekişîna hêzê Amerîkayê ji Sûriyê, di nav ENKSê de nîqaşên li ser lêvegera siyasî û karkirina ligel PYDê li Rojavayê Kurdistanê têne kirin.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Nihmet Dawûd ragihand ku pêwîst e ew valahiya ku hêzên Amerîkî çêbike bê dagirtin û bi PYDê re jî hevbeşiya siyaseteke zelal bê kirin.

Nihmet Dawûd li ser mijarê ji K24ê re daye xuyakirin, “Heta vekişandina Amerîkî dibe, em kar û barên xwe dikin da ku em wê valahiyê dagirin û divê em wek Kurd, Ereb û Siryanî karekî bi hev re bikin. Bi awayekî sereke ji ENKSê tê xwestin ku rolekê bilîze. Heger PYD di vê proseyê de bibe hevbeş, divê PYD siyaseteke zelal nîşan bide û em bibin hevbeşê siyaseteke zelal da ku rihetiyekê li cem cîranan çêbike û em karibin garantiyên navdewletî bistînin û ji bo piştgîriya me bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin