200 malbatên din ên Efrînî vedigerin ser mal û milkên xwe

200 malbatên din ên Efrînî vedigerin ser mal û milkên xwe

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku roja pênçşemê 12ê Adarê komek din a koçberên Efrînê vegerin warê xwe.

Li gorî agahiyên Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê, wê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegerin navenda baiarê Efrînê.

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya rêkeftina navbera HSD û Şamê de, koma yekemîn a koçberên Efrînê di 9ê Adarê de ji Hesekê ber bi Efrînê ve çûn û îro sibehê gihîştin Efrînê. Roja pênçşemê wê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegerin Efrînê.