2yemîn Pêsangeha Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê lidarxistin

2yemîn Pêsangeha Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Îro 2yemîn Pêşangeha Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn li Hewlêra paytext destpê dike.

Rêveberê Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Hesen Samî di daxuyaniyekê de ji K24ê re diyar kiriye, 2yemîn Pêşangeha Perwerde û Fêrkirinê ya Rojhilata Navîn ku wê bi beşdariya 120 sazî û rêxistinan dest pê bike, ji bo dibistanên seretayî, peymangeh û zanîngehên ku di sektora giştî û taybet de kar dikin, tê lidarxistin.

Hasan Samî diyar kir ku ji 11 welatan zanîngeh jî dê beşdarî fûarê bibin û diyar kir ku armanca wê ew e ku di navbera navendan de derfetên fêrbûnê bên dayîn.

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir, ku yekemîn Korbenda Perwerdeyê dê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê di heman demê de were lidarxistin û bi mebesta wê yekê jî beşdariyê di pêşxistina sektora xwendinê de dike.

2yemîn Fuara Perwerde û Hînkirinê ya Rojhilata Navîn wê heta 27ê Tîrmehê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin