Wesanxaneya Nûbiharê bi 5000 pirtûkan pistgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" dike

Wesanxaneya Nûbiharê bi 5000 pirtûkan pistgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" dike

PeyamaKurd Weşanxaneya Nûbiharê, bi 17 pirtûkên cuda yên zarokan, piştgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" dike û 5000 pirtûkan li xwendekarên dersa Kurdî belav bike.

Weşanên Nûbiharê di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê daye zanîn, pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî, heta 21ê Çile berdewam e û eşkere dike: “Em jî bi navê Nûbiharê piştgiriyê didin banga “Dersa Kurdî hilbijêre.” Dema mamosteyên polên Kurdî serî li me bidin û ji me bixwazin, em ê ji 17 cûre pirtûkên zarokan, bi temamî 5000 hebî li polên Kurdî belav bikin.”

Pirtûkên ku Weşanên Nûbiharê soz daye ku li ser xwendekaran belav bike ev in:

Ji Edebiyata Zarokan:

1-Daweta Noko û Nîskê

2-Du Legleg-Zozan û Gernas

3-Gurê Kubar

4-Ejderhayê Tirsonek

5-Kulîlk-Dîwana Zarok û Ciwanan

6-Abşûran

7-Demsala Nan

Seta Daristana Şîrîn (10 pirtûk)

1-Poşmaniya Mar

2-Kangûrû Gogo

3-Sihorîka Tirsonek

4-Hechecika Delal

5-Malbata Meymûn Xanim

6-Çirçirk û Cîranên Wê

7-Xewa Piling Pîlo

8-Roja Bavan

9-Roja Dayikan

10-Reşbeleka Daristana Şêrîn

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin