30 kes di protesoyan de li Amedê hatin desteser kirin

30 kes di protesoyan de li Amedê hatin desteser kirin

PeyamaKurd - Li Amedê protestoyên dijî bidûrxistina hevşaredarên wî bajarî û erkdarkirina qeyum di roja sêyan de jî dewam kir. Walîtîya Amedê piştî erkdarkirina qeyûm dabû zanîn ku protesto hatine qedexe kirin.

Hevşaredarê Amedê yê ji kar hatiye dûr xistin, Adnan Selçuk Mizrakli, di çalakîya rûniştinê dîyar kir ku bertekên bajariyan rêwa ne.

Koma rûniştî piştre dest bi meşê kir û polîsan mudaxaleyî wan kir. Di protestoyan de 30 kes hatin desteser kirin.

Ajansa frensî AFPê dabû zanîn ku dijî protestoyan 500 polîs tevdîrên ewlekarîyê wergirtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin