Saziyeke Efrînê ji bo vegera koçberan pêwendî bi Amerîkayê re danî

Saziyeke Efrînê ji bo vegera koçberan pêwendî bi Amerîkayê re danî

PeyamaKurd – Saziyeke civaka sivîl a Efrînê, ji bo vegera koçberên Efrînê pêwendî bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re danî.

Şandeke Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê, ku ji 3 kesan pêk dihat, bi online, bi rawêjkarê siyasî li Wezareta Karên Derve yê Amerîka yê ji bo Dosyaya Sûriyê Randall Kaailau re civiya.

Endama şanda Kombûna Civaka Sivîl a Efrînê Hêvîn Cafer, ku ligel berpirsê Amerîkî civiyabû daye zanîn: “Hevdîtina me serkevtî bû û hêviyên ji bo Çiyayê Kurmênc gelek mezin in. Daxwazên me ji Amerîkiyan ew bû ku çekdaran ji nav Efrînê derbixin û zextê li PYDê bikin ku astengiyan li ber vegera xelkê Efrînê çêneke. Herwiha deriyê vekin, daku alîkarî bigihêjin Efrînê. Em li ser mijara xwendin û girtiyan jî axivin. Bersiva wan jî baş bû.”

Derbarê heman mijarê de, Endama Komîteya Navendî ya Partiya PDK-S û nûnerê wê di Endamê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî jî wiha axivî: “Karên ji bo vegera Kurdên Efrînê gelek sist û lawaz in. Vê yekê jî du sedemên xwe hene, sedema yekem çekdarên PYD rê nade xelk vegerin Efrînê û dibêjin ‘Em qebûl nakin xelk vegerin di bin koletiya Tirkan.’ Di aliyê din de jî divê desthilatdariya Tirkî û çeteyên ligel wê rê vekin ji bo vegera xelkê.”

Di nava van hefteyên borî de, bangewazî li koçberên Efrînê tê kirin da ku vegerin gund û bajarên xwe li herêmê. Aliyên siyasî yên Kurdî derbarê vê mijarê de jî nakok in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin