5 çekdarên DAISê li Xaneqînê hatin kustin

5 çekdarên DAISê li Xaneqînê hatin kustin

PeyamaKurd - Di şerê navbera hêzên Iraqî û DAIŞê de, li Xaneqînê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor Berpirsê Polîsê Xaneqînê Azad Îsa, şeva borî li nêzîkî gundê Mêxas yê Xaneqînê, ku gundekî kurdên Kakeyî ye, di navbera hêzên Iraqî û DAIŞê de şer derketiye. Lê heta niha ziyanên wî şerî nehatiye ragihandin.

Endamekî encumena parêzgeha Diyale bi navê Sadiq Husên jî gotiye, do li derdora Xaneqînê komek çekdarên DAIŞê ketin kemîna hêzên Iraqî û herî kêm 5 kes ji wan hatin kuştin.

Serokê Encumena Nahiya Şareban ya Xaneqînê, Ednan Mihemed da zanîn, derengiya şeva borî li gundê Newfel yê nahiya Şareban, çekdarekî Heşda Şeibî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin