PeyamaKurd- Li navçeya Soranê ya bi ser bajarê Hewlêrê bo bikevin dukkana zêringerî û zêr bidizin, bi qederê 500 metreyî tunel çêkirin û di encamê de 40 kîlo zêr dizîn. Qeymeqamê Soranê Kirmanc Izzed bo Rûdawê ragihandiye ku di 5 ê adarê de çend kes bi armanca diziya zêran, tunel çêkirine û ketine dukkanên zêringeran. Kirmanc Izzet weha ragihandiye:
“Kolandina tuneleka weha gelek zor e. Herî kêm 500 metre tunel çêkirine û xwe gihandine dukkanê. Bo tunelê çêbikin herî kêm 10 roj xebitîne.”
Di bin avahiyê de bi sedema ku di nava betonê e şîşên hesin hene û hatine birîn, diz dema çûne nava tunelê, di destên wan de gelek alav hebûne. Di mijara nasnameyan de Izzet dibêje ku diz di binê dukkanê de ketine nav dukkanê, neketine bînahiya kamerayan lewra nasnameyên wan nehatine tesbîtkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin