PeyamaKurd- Gotinên jorê yên wezîrê bergiriyê yên Amerîkayê Mark Esper in ku bi awayeka nivîskî şandiye Meclisa Nûneran ya Amerîkyê û balê kişandiye ser halê Rûsyayê yê herî dawiyê. Esper dibêje ku her diçe potansiyela leşkerên Rûsyayê zêde dibe, dixwaze NATO yê qels bike û desthilatiya xwe ya ser herêmên girîng zêdetir bike. Esper weha got:
“Rûsya bi rêya îhlalkirina hukumraniya dewletên cîran, bi îhlala peymanan û di çapa dinyayê de tevlî operasyonên sîberî dibe û bi van rêyan normên dinyayê xerab dike. Moskova bilez nûkirina hêzên xwe yên çekdar dewam dike. Rûsya bi sîlihên xwe yên hîpersonîk dixwaze îttîfaqa NATO yê qels bike û em bi endîşe ne. Van kiryarên Rûsyayê gotinên me teyîd dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin