PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê bi sedema hewl dane li hilbijartinên Amerîkayê bandorê bikin, dorpêçê danî ser 7 rêvebirên Ûkraynayê û 4 dezgeyan ku terefdarên Rûsyayê ne. Di nava wan de parlementerê Ûkraynî Andrii Derkach û 7 kesên ku têkiliya wan pê heye û 4 dezgeyên ku pê re têkildarin.
Di beyanê de hat ragihandin ku OFAC ê wan xistiye nava lîsta dorpêçan. Her weha behsa dezenformasyonan hat kirin û li ser mijarê wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin weha got:
“Ew şîrketên dezenformasyonê yên ku hemwelatiyên Amerîkayê dixin hedefa xwe, bo demokrasiya me tehdîdin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin