Li Diyarbekirê sîkeyên heyama Romayê hatin desteserkirin

Li Diyarbekirê sîkeyên heyama Romayê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di operasyoneke hêzên ewlehiyê de 143 sîkeyên serdema Romayê hatin desteserkirin 4 kes jî hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku tîmên Fermandariya Cendermeyên Diyarbekirê li ser agahiya ku hinek kesên niştecihên navçeya Bismilê hewl didin berhemên dîrokî yên di destê xwe de bifiroşin ketin tevgerê.

Tîmên cenderemeyan li gundê Kerxakîkan ê Bismilê operasyon dan destpêkirin û 4 kes girtin ku wan kesan hewl didan wan berhemên dîrokî bifiroşin.

Di encama lêgerînên hêzên ewlehiyê de li mal û otomobîlên wan 4 kesan, 143 sîkeyên serdema Romayê hatin dîtin û desteserkirin.

Berhemên dîrokî yên hatin desteserkirin radestî Rêveberiya Muzexaneyê hatin kirin û kesên hewl didan wan sîkeyan bi 85 hezar lîreyên Tirkî (derdora 10 hezar dolaran) bifiroşin jî hatin binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin