Mazlûm Ebdî bertek nîsanî ''gora bikomî'' da

Mazlûm Ebdî bertek nîsanî ''gora bikomî'' da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, wêne û dîmenên goristana ku cenazeyên endamên YPG, YPJ û sivîlên ku di dema şerê DAIŞê de şehîd ketine tê de ye parve kir û diyar kir: “Dawî li vê qirkirinê bînin.” 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bertek nîşanî cenazeyên endamên YPG, YPJ û sivîlan ku ji Goristana Avestayê ya Efrînê, ku Tirkiye weke ‘‘gora bikomî’’ belav kir da.

Ebdî li ser Twitterê wêne û dîmenên goristanê belav kir û eşkere kir: “Hêzên dagirker ên Tirk, goristana şehîdên me vekirine û jê derxistine. Bi berevajîkirinê wek ‘gora komî’ pêşkêşî raya giştî ya dinyayê kiriye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li tavilê vê qirkirinê bi dawî bikin û ji bo Efrîn û şêniyên wê ji sûcên şer û sûcên dij mirovane werin parastin bikeve tevgerê.” 

< >
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin