PeyamaKurd- Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê bi Donald Trump re axifî. Xan di telefonê de bo Trump behsa halê Keşmîrê û dorpêçên ku Hindistanê daniye ser Keşmîrê gotûbêj kirin. Wezîrê karên derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureyşî weha ragihand:
“Serokwezîr Xan û serokê Amerîkayê Trump li ser mijara dagirkirina Keşmîrê ji aliyê Hindistanê de, bi awayeka hûr hevdîtin kir. Serokwezîr bo serokê Amerîkayê tewrê Pakistanê ragihand û kiryarên Hindistanê yên bo ser Keşmîrê ku aştiya herêmê tehdîd dikin, bo wan kiryaran endîşeyên me bo Trump ragihand. Her dû serok di mijara dewama têkiliyan de lihev kirin.”
Qureyşî ragihand ku bo mijara Keşmîrê Pakistan, bi 4 endamên daîmî yên konseya ewlekariyê yên Neteweyên Hevgirtî re têkilî danîne û xebatê dikin da bi serokê Fransayê re têkilî deynin. Her 4 endam ragihandine ku ew halê Keşmîrê dizanin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin