‘Serokwezîr dest ji bicîkirina yasaya çaksaziyê bernade’

‘Serokwezîr dest ji bicîkirina yasaya çaksaziyê bernade’

PeyamaKurd - Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Xedîce Omer Mizûrî ragihand, serokê hikûmetê dest ji bicîhkirina yasaya çaksaziyê bernade.

Xedîce Omer Mizûrî bal kişand ser gotara serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bibîrxist ku ew ji bo bicîhkirina yasaya çaksaziyê rijd in û dest ji çaksaziyê bernadin

Xedîce Mizûrî dibêje gotara serokê hikûmetê avekî sar li wan aliyan kir ku xwe ji bo dijatiya çaksaziyê amade kiribûn.

Xedîce Mizûrî her wiha helwêsta beşek ji parlamenter û aliyan a derbarê yasaya çaksaziyê de bibîr xist û got, beşek ji wan alî û parlamenterên deng dan yasaya çaksaziyê lê bin ve bin ve jî dijberiya yasaya çaksaziyê dikin. Ji ber yasa li dijî berjewendiyê wan a şexsî û hizbî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin