PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken, hişyarî da Gurcistanê û got: Yasaya ‘Zelaliya Bandora Biyan’ a ku Serokkomarê Gurcistanê Salome Zurabişvili veto kir bikeve meriyetê, em ê li hember wê dest bi tevgerînan bikin.”
Blinken, piştî rûniştina nîqaşên budceyê ya li Encûmena Nûneran, pirsên rojnamegeran ên di derbarê Gurcistanê de bersivand û got: “Rêveberiya DYA di derbarê yasaya ‘Zelaliya bandora biyan’ de bi fikar e. Em vê yekê weke leyztikeke Moskowê dinirxînin.”
Blinken, yasaya ku li Gurcistanê jî rastî protestoyên girseyî hat, wek berovajiyê daxwaza meşa Gurcistanê ya ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve nirxand û dom kir:
“Em li ser helwesta DYA ya "Eger ev yasa bê pejirandin wê çi bike?" bi awayekî kûr û berfireh nirxandinan dikin û ez payîn dikim ku em ê li dijî egereke pesendkirina vê yasayê bikevin tevgerînekê.”
Yasaya ‘Zelaliya Bandora Biyan’
Yasaya ‘Zelaliya Bandora Biyan’ a ku ji aliyê Partiya Nîgaşê ya Gurcî ve ji parlamenê re hatibû pêşkêşkirin, di 17ê Avrêlê de yekem, di 1ê Gulanê de duyem û di 14ê Gulanê de jî, ji bo encamê sêyem car hatibû pesendkirin.
Piştî van geşedanan, Serokkomarê Gurcistanê Salome Zurabişvili di 14ê Gulanê ango heman rojê de yasayê veto kiribû.
Yasa, dezgehên ku ji sedî 20ê dahata xwe ji fonên derveyê Gurcistanê werdigirin wek; ‘organîzasyonên parastina berjewendiyên hêzên derve dikin’ tomar dike û cezayên giran ên aborî li ser wan disepîne.
Li gor yasayê; dezgehên sivîl an jî yên ragihandinê yên ku wek ‘organîzasyonên parastina berjewendiyên hêzên derve dikin’ têne tomarkirin, divê di tomara nasnameya fermî de bi heman navî cih bigirin.
Dema yasa li parlamenê hate lêpirsîn, hem li parlamenê hem jî li gelemperiya Gurcistanê, li dijî yasayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Opozisyona Gurcistanê yasayê wek; “Yasaya Rûs” pênase dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin