AK Partiyê "Yasaya Çarçoveyê" bi 360 îmzeyan radestî Parlamentoyê kir

AK Partiyê "Yasaya Çarçoveyê" bi 360 îmzeyan radestî Parlamentoyê kir

PeyamaKurd - Pêşniyaryasaya di çarçoveya pêvajoyê de ku navê "Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" lê hatiye kirin, bi awayekî fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.

Ger ev pêşniyaryasa li Parlamentoyê were qebûlkirin, tê çaverêkirin ku fesihbûna PKKê û çekdanîna wê were piştrastkirin, endamên PKKê yên tevlî tawanan nebûne vegerin welat û yên ceza xwarine jî li gorî madeyên yasayê werin berdan.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler diyar kir ku ev "Yasaya Çarçoveyê" ji 12 xalan pêk tê û bi nêzîkî 360 îmzeyên parlamenteran radestî parlamentoyê hatiye kirin. Guler piştî daxuyaniya xwe bal kişand ser hûrgiliyên reşnivîsê û destnîşan kir ku ev gav ji bo avakirina hevdengiya civakî û yasayî xwedî girîngiyeke mezin e.

Abdullah Guler spasiya hemû alî û siyasetmedarên ku piştgirî dane vê pêvajoyê û îmzeya xwe avêtine bin pêşniyaryasayê kir.

Guler bi taybetî spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari kir.

Herwiha wî ji bo piştgirî û beşdariya di vê pêvajoyê de, spasiya serokên partiyên siyasî yên din û hemû parlamenteran jî kir.