Merkel: “Amerîka hew baweriyê dide Ewropayê”

Merkel: “Amerîka hew baweriyê dide Ewropayê”

PeyamaKurd - Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand, ku hevkariya wan a bi Amerîkayê re wê berdewam bike lê baweriya wan êdî bi Amerîkayê nayê.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel derbarê pêşhatên dawîn û têkliyên wan ên ligel Amerîkayê de axivî.

Angela Merkel diyar kir ku têkliyên wan ên bi Ameîrkayê re gelekî girîng in û wiha pê de çû: “Lêbelê Ewropa mafdar e, li ser gotinên xwe yên ku berî salekê diyar kiribû, ku bawriya wan êdî bi guherînên Amerîkayê yên sîstema cîhanê nayê. Baweriya me bi hêza super a Amerîkayê nayê..” Merkel bacên dawî yên Amerîkayê jî weke metirsiyeke mezin li ser gelek welatan bi nav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump Almanya bi kirina gaza sirûştî ji Rûsyayê tawanbar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin