PeyamaKurd – Lijneya Disîplînê ya Fûtbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) ji ber bûyerên maça Amedsporê bi 9 maçên bê temaşevan û 326 hezar TL ceza li Bûrsasporê birî.
Bûrsasporê di pêşbirka hefteya 23emîn a Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê de, Amedsporê 2-1 têk bir.
Lêbelê, bûyerên di maçê de şopa xwe hiştin. Bûyerên beriya maçê û di dema maçê de qewimîn, afîşên "torosên spî" û "yeşîl" ên ku bi kuştinên kiryar nediyar ên salên 90î tên nasîn li stantanan hatin vekirin, êrîş li lîstikvanên futbolê yên Amedsporê hatin kirin û tiştên biyanî avêtin ser seheyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin