WHO: Wê derziya Covid-19 heta salekê bê çêkirin

WHO: Wê derziya Covid-19 heta salekê bê çêkirin

PeyamaKurd – Saziya Tenduristiya Cîhanî (WHO) ragihand ku derziya vîrusa koronaya nû Covid-19 heta salekê dê were çêkirin.

Berpirsê Giştî yê Beşa Rewşên Lezgîn ê WHOyê Mike Ryan ragihand, “Em ji bo çêkirina derziya vîrusa koronayê herî zû maweya salekê tê nirxandin. Lê li dahatuyê wê bê çêkirin.”

Ryan herwiha got, “Ev nexweşî ne tenê temen mezinan eleqedar dike, herwiha zirarên cidî dide kesên temenê navsereyan jî.”

Ryan bal kişand ser zêdekirina testan û diyar kir, “Niha ya ku em bala xwe bidinê, dîtina nexweşan e. Dîtina nexweşan û îzolekirina wan. Divê em wan tesbît bikin û bixin jêr tecrîdê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin