'Wî welatî' mosekek balîstîk avêt Behra Japonyayê!

'Wî welatî' mosekek balîstîk avêt Behra Japonyayê!

PeyamaKurd – Koreya Başûr û Japonyayê diyar kirin, Koreya Bakur du ceribandinên moşekên balîstîk li ser deryaya Japonyayê (Derya Rojhilat) kirin.

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr da zanîn, ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur li gorî dema herêmî di saet 07:47 û 08:00an ji herêma Hwanghae ya Bakur ber bi Behra Japonyayê ve hatine kirin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Japonyayê, moşek 370 kîlometre li ezman geriyan û li derveyî herêma taybet a neteweyî ya Japonyayê ketin.

Hat diyarkirin ku li herêmê xisara hewa û behrê çênebûye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin