PeyamaKurd - Hevpeymaniya Mîhwera Wetenî piştgiriya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî ya li ser giringiya rêkeftina aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo diyarkirina yek bebijêrekî bo posta Serokkomariya Iraqê ji aliyê fraksiyonên Kurdistanî ve ragihand.
Hevpeymaniya Mîhwera Wetenî bi daxuyaniyekê diyar kir: “Em tekezî li ser piştgiriya helwesta Serok Mesûd Barzanî dikin li ser giringiya rêkeftina aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo diyarkirina yek berbijêrekî bo posta Serokkomariya Iraqê û rêzgirtina aliyên din li wî bijardeyê.”
Herwiha Hevpeymaniya Mîhwera Wetenî ku piraniya aliyên Sunî li xwe digre, wisa bawer dike ku "pabendbûna hevbeşên welat bi heqên destûrî, mijara sereke ye di projeya avakirina dewleta damezrandî de û guhlênedana astengiyên li ber bernameya avakirinê û geşepêdanê, ku gelên Iraqê di qonaxa dahatû de li benda wê ne".
Mîhwera Wetenî herwiha ragihandiye: “Em tekezî li giringiya yekrêziya niştimanî bi giştî û yekrêziya birayên me yên Kurd bi taybetî dikin.”
Roja înê Serok Barzanî peyamek li ser civîna xwe ya li gel Berhem Salih û li ser mijara Serokkomariya Iraqê belav kir û ragihand ku pêwîst e fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê mijara berbijêrê Kurdan ê ji bo posta Serokkomariya Iraqê yekalî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin