Agir bi firneyeke li Kampa Domîz ket: Koçberekî can da

Agir bi firneyeke li Kampa Domîz ket: Koçberekî can da

PeyamaKurd - Li Duhokê, li Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê, agir bi firneyekê ket û di encamê de koçberekî can da.

Li mezintirîn kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê Kampa Domîz a li Herêma Kurdistanê, do di 26ê Cotmeha 2020an de, agir bi firneyekê ket.

Di encama agir de koçberê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Yehya yê 36 salî ku je rê dibêjin Bavê Ehmed can da.

Li gor agahiyên destpêkê, agir çirûsk gihîştine tankereke sotemeniyê û pişt re agir bi firnê ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin