PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Kemaliyê ya bi ser bajarê Ezirganê (Erzincan) ahengên 44em yên navdewletî yên çand û sporên xwezayî destpêkirin. Di nava ahengan de pêşbirka piskilêtan ya çiya, derketina çiya ya Via Ferrata, bazdana di hevrazê de û sporên avê hene.
Di merasima destpêkirina ahengan de qeymeqamî, şaredarî, Weqfa Geşepêdanê û çandê ya Kemaliyê (KEMAV) hene. Parêzgerê Ezirganê Mehmet Makas, şaredarê Ezirganê Bekir Aksun, qeymeqamê Kemaliyê Kemaliyê İlhan Kayatürk, şaredarê Kemaliyê Mehmet Karaman, serokê KEMAVê Mustafa Ferudun Çelikmen, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl tevlî civîna destpêkê bûn. Parêzgerê Ezirganê Mehmet Makas weha axifî:
“Kemaliye navçeyekî qedîm e. Dîrok û çand e. Nîşana asta herî bilind ya medeniyetê ye. Derdê me ye bê em ê çawa karibin Kemaliyê bêhtir pêşde bibin. Ez bawerim wê Kemaliye di pêşde bibe weka navçên Safranbolu û Beypazari. Ne bese ku şaredarî, KEMAV û qeymeqamî bi vê fikrê bawer bike lê divê temamê xelkê bawer bike. Daxwaza me ew ku Kemaliyê di warê tûrîzmê û sporê de ciyê ku dixwaze, were wê astê.”
Parêzger Makas bi protokolê ve li esnafan geriyan û bi wan re sohbet kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin