Ahmet Turk: We sifre daniye, li ser tistek nîne

Ahmet Turk: We sifre daniye, li ser tistek nîne

PeyamaKurd – Hevşaredarê Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Ahmet Turk ku cara sêyemîn e qeyûm li şûna wî tê tayînkirin li ser egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê got, “Feraseta ku destekî dirêj dike û di yê din de çov digre Kurdan nikare fêm bike.”

Siysatemedar Ahmet Turk bal kişand ser kiryarên darbeya leşkerî yên salê 1980yî û diyar kir, “Em van hemûyan jiyan, îro em ji doh bihêztir in. Em îro bi gelê xwe re di hevkariyê de ne. Bi çovê zilmê nikare paşde gav bi gelê Kurd û yên bawerî bi demokrasiyê anîne bidin avêtin.”

Turk destnîşan kir, “Ger hûn daxwaziyên Kurdan ên rewa nebînin, ziman, nasname û çanda wan bi dil û can hîs nekin, hûn nikarin çareser bikin. Çimkî hûn niha bi mentiqê ku hebûna Kurdan jî qebûl nake tevdigerin. Îro dema em li geşedanên Rojhilata Navîn û Îranê dinêrin, ji ber ku dizanin wê Tirkiye jî ji vê kaosê para xwe bistîne, hewl didin destê xwe dirêj bikin. Me heta niha her destê hatiye dirêjkirin girtiye. Ji bo çareseriyê hem tim nêrîna xwe aniye ziman. Lê belê we sifreyek daniye, tiştek li ser tune ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin