Amadekariyên merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bi dawî hatin

Amadekariyên merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bi dawî hatin

PeyamaKurd - Amadekariyên merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hola Seed Ebdullah a li Hewlêrê bi dawî hatin. Kolana ku ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Hola Seed Ebdullah diçe, bi alayên Kurdistan û Iraqê hatine xemilandin.

Sibe duşemê (10.06.2019) di saet 11:00an de merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hola Seed Ebdullah a Hewlêrê bi beşdariya nûnerên welatan û kesayetên û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê birêve diçe.

Tê çaverêkirin ku aliyên siyasî yên di roja dengdana Serokê Herêma Kurdistanê de li danişîna parlementoyê de amade nebûn, ew jî di vê merasîmê de amade bin.

Danişînasibe ya Parlementoya Kurdistanê li Hola Seed Ebdullah birêve diçe û du birge li xwe digre, birgeya yekem Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî dixwe û rûniştin bo roja din vekirî dimîne, berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo posta Serokweziriya Herêma Kurdistanê, ku Mesrûr Barzanî ye, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna hikûmetê tê wezîfedarkirin.


Her sê serokatiyên Iraqê bo merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê hatin vexwandin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin