Amerîkayê karwaneke mezin a hêza teqwiye şand Rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê karwaneke mezin a hêza teqwiye şand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Amerîkayê ji ser Herêma Kurdistanê ve karwaneke ji 40 barhilgiran pêk tê ya hêzên teqwiye şand baregehên xwe yên li Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Hate diyarkirin ku karwana hêzên Amerîkî şeva borî ji ser deriyê sînorî yê El Welîd de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û piştre ber bi baregehên li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve çûye.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, karwana hêzên teqwiye yên Amerîkayê piştî derbasî Hesekê bûye barê xwe li baregeha bajarokê Rimêlan a leşkerî daniye.