PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê bi fermî ragihand ku wan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, li dijî çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) "şerekî berfireh" daye destpêkirin.
Di daxuyaniya ku îro (7ê Çileya 2026an) ji aliyê Artêşa Erebî ya Sûriyê ve hate belavkirin, hat destnîşankirin ku hemû meqameyên leşkerî û xalên kontrolê yên HSDyê yên li van taxan, wekî "armancên leşkerî yên rewa" tên dîtin.
Bang li sivîlan hat kirin: Korîdor hatin vekirin
Artêşa Sûriyê hişyariyeke lezgîn da sivîlên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û ji wan xwest ku ji bo ewlehiya xwe tavilê ji çeper û navendên HSDyê dûr bikevin. Ji bo derketina sivîlan ji herêmên şer, artêşê ragihand ku du "korîdorên mirovî" hatine vekirin:
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), artêş amadekariya operasyoneke berfireh li ser van taxan dike. Ev daxuyanî piştî êrîşên ku tê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, hate dayîn û fikarên li ser zêdebûna şer li Helebê kûrtir kirin.