Ava ewilî dan Desta Sûrûcê

Ava ewilî dan Desta Sûrûcê

PeyamaKurd- Di çarçoveya GAP ê de, ji bendava Firatê tunel hatibû çêkirin û 4 sal berê avê dabûn Deşta Sûrûcê. Tunela ku tê de av tê, gelek dirêje û di dinyayê de tunela herî dirêj ya avdayînê ye. Rêvebiriya Karên Avê yê Dewleta Tirkiyê beşa bajarê Rihayê ragihand ku hewa herêmê germ bûye û wan di sezona nû de, ava ewilî daye Deşta Herranê û paşî Deşta Sûrûcê.

4 sal berê dema av hate Deşta Sûrûcê, xelk êdî karibû erdê xwe av bide, çandiniyên xwe yên avî bike û hetta dikare avê bide darên fistiqên xwe. Dema tunela avdayînê vebû, ew sal karibûn îş bidin 112 hezar kesî.

Niha 562 hezar û 950 dekar arazî bûye avî. Piştî  avakirina kanal û tunelê biqede, wê karibin avê bidin gelek deveran û jimara xebatkaran wê zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin