"Avedanî li Kurdistanê dest pê dike"

"Avedanî li Kurdistanê dest pê dike"

PeyamaKurd– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê rêya Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê ragihand, 80 milyon dolar bo vê projeyê hatiye terxankirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vejandina piraniya navçeyan plan amade kirine. 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ji niha pê ve li Kurdistanê avedanî dest pê dike.


Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn ê rêya Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê hat danîn, herwiha biryar e di merasîmekê de tonêla Zaxoyê jî were vekirin.

Di dema ragihandina projeya rêya Roviya-Gopal, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û têde behsa kar û çalakî û projeyên hikûmetê di heyama kabîneya heştê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Kabîneya heştê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêweyekê sîstematîk û li gorî prensîpên navdewletî dest bi çaksaziyên sîstematîk û demdirêj kiriye, ku projeya bayometrî û pêşkêşkirina projeyên çaksazî bi parlamentoya Kurdistanê beşeke aşkere yaw ê projeya çaksaziyê ye, ku me dest pê kiriye, ji destpêka kabîneyê ve me plan jê re daniye. Ew û gelek pêngav û projeyên din ên ku nehatine ragihandin, her hemû karên hikûmetê ne. Erkê me  bû weke hikûmetê, ne hêja ye ku bi ti awayî em wan tiştan bixin nav bangeşeyên hizbî, çimku em dixwazin şêweya sazîbûn û dezgehan bihêz bikin û bandora partiyan û siyasetê li ser wan roj bi roj kêmtir bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya hemû wezîrên kabîneya heştê û rayedarên civata wezîran kir û got: “Spas jibo hemû wezîrên birêz û rayedarên civata wezîran, ku ji destpêka pêkhatina kabîneya heştê ya hikûmetê ve beşdar bûn, yên ku niha jî li ser xebatê berdewam in, ku em weke tîmekê bi hev re kar kiriye. Ew jî jibo armancekê û navekê ku ew jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin