PeyamaKurd- Herêma Idlibê perçeyên ku di bin destê muxalifên Sûriyê de ne, hêzên rejîmê êrîşên hewayî birin ser û herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene. Tê gotin ku jimara birîndaran di ser 20 kesan de ye.
Balafirên hukumeta Sûriyê navçeyên Maarratunnûman û Serakibê bi gundên Xan es Subul, Bîdama, Marşimşe, Reyyan, Marşurin, Sırman û Katrayê bombebaran kirin.
Rêxistina çavdêriyê ya muxalifan jî dibêje ku balafirên Rûsyayê navçeya Maarratunnûmanê û gundên der û dor bi bajarokê Cercenasê re, gundên Tel Mennisê û Tûhê bombebaran kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin