YA lîsteya bi 300 mîlyar dolarî amade kir

YA lîsteya bi 300 mîlyar dolarî amade kir

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku wan lîsteyeka bi 300 mîlyar dolarî li hemberê Amerîkayê amade kirin ku lîste ji 50 rûpelan pêktê. YA, di beyana xwe de got ku eger Amerîka li lîsteya heyî qeleman zêde bike, wê xalên di lîsteyê de bixe dewrê û ji wan re bacê deyne.

Berya ku biryar bê tetbîqkirin, wê heyeta Yekîtiya Awrûpayê seredana Amerîkayê bike û pê re hevdîtinan bike. Niha bazara di navbera her dû aliyan de dewam dike.

Para bazirganiya navbera Yekîtiya Awrûpa û Amerîkayê ji 1/3 yê dinyayê. Eger biryar bicîh bêanîn, wê hemû dinya jê para xwe ya neyînî bigre.

Fransa jî ragihand ku divê pêngava tevgera erênî ji Amerîkayê were. Heya gumrika li ser hesin û elemînyûmê ji aliyê Amerîka de neyê kêmkirin, divê bi Amerîka re bazar nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin