Li Bexdayê 2 xwepêsander hatin kustin û 38 jî birîndar bûn

Li Bexdayê 2 xwepêsander hatin kustin û 38 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê Bexdayê ku hê jî xwepêşandan berdewam in, du xwepêşanderên din hatin kuştin.

Hat ragihandin ku îro dîsa li Bexdayê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de şer derketiye û 2 xwepêşander hatine kuştin û 38 kes jî birîndar bûne.

Ji destpêka meha borî ve ev nêzî 50 roj in li Bexda û çend bajarên din yên Iraqê xwepêşandan berdewam dikin û hikûmeta Iraqê jî di nav hewldanan de ye ku daxwaziyên welatiyan bicih werîne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên parêzgeha Besrayê jî îro xwepêşanderan Deriyê Sînor Sefwan ê di navbera Kuwêt û Iraqê de girtine û rê nadin di derî re hatinûçûn pêk were û dibêjin, heta daxwazên wan pêk neyê derî venakin.

Desteya Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku îro hejmarek xwepêşanderên hatine binçavkirin bi kefalet hatine berdan. Li gorî daxuyaniyê heta niha 2 hezar û 400 kes bi kefalet hatine berdanê.

Heta niha di xwepêşandanên Iraqê de bi sedan kesan can daye û bi hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin