PeyamaKurd- Parlementera HDP ê ya bajarê Sêrtê Meral Beştaş di meclisa Tirkiyê de bo çapemeniyê civînekî lidar xist. Beştaş got ku serê sibê li Ankara bo ser rêxistinên sîvîl, rêvebirên HDP ê û jinan operasyon hatiye kirin û wan binçav kirine. Beştaş weha got:
“Tayînkirina qeyûman derbe ye û rakirina hewrikên demokrasiyê ye yên ku mane. Operasyona ku hatiye kirin mudaxeleye bo ku jin nekevin nav siyasetê û di rêxistinên sîvîl de nexebitin. Bo 15 şaredariyên HDP ê qeyûm hatiye taînkirin. Ciyên ku AKP li wan qezenc nekiriye, wan ciyan xesp dike. Hinek qeyûmên ku tên tayînkirin, mal û milkên ku li ser belediyeyan qeydkirinîne, li der û dora xwe belav dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin