PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li dijî peyvên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan axivî û got ku vê carê tu rast dibêjî.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh di mitîngê de li dijî Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş axivîbû û wiha gotibû. Namzetbûna Demirtaş tiştekî xelet e. Divê ev xeletî were sererastkirin. Lewra ji bo namzetbûna Serokomariyê divê hinek qanûn û qaîde hebin.
Li ser van peyvên Recep Tayyip Erdogan, Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê bersiva Erdogan da û ev mesaj weşand: Vê carê tu rast dibêjî. Xebera te ye, divê ji bo namzetbûna serokomariyê hinek qanûn û qaîde hebin. Mesela ji bo namzetbûnê, divê “Îcazeta Zanîngehê” hebe. Lê belê heta niha ti kesî îcazeta te ya zanîngehê nedîtiye. Krîterên min temam in. Lê yên te şikdar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin