PeyamaKurd- Li Kurdistana Sûriyê ku piraniya herêmê di bin destê YPG/PYDê de ye, dest bi girtina dibistanên Suryaniyan kir. Civaka Suryanî ya Demokratîk ya Sûriyê weha ragihand:
“Bila biryara girtina dibistanan yekser bê betalkirin û bila bihêlin ku zarok qeydiyên xwe li dibistanan çêbikin.”
PKKê li Kurdistana Sûriyê, li Qamîşlo, Dêrik û Dirbêsiyê dibistanên Suryaniyan girtiye. PKK bi sedema ku rûxsata dibistanên Suryaniyan tinene û li gor mufredatê naçin dibistanan girtine. PKKê propagandaya rêxistina xwe xistiye nava mufredatê lê Suryanî ji vê mijarê aciz in.
Civaka Suryaniyan ya Demokratîk, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku PKK zorê dide ser Suryaniyan. Di beyanê de weha hat gotin: “ PYD bi şopandina mufredata xwe, derbê li perwerdê dixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin