Volkswagen bajarê Manisayê bijart

Volkswagen bajarê Manisayê bijart

PeyamaKurd- Li Tirkiyê herkes li bende bû dê şîrketa mezin ya Volkswagenê ya Almanya sermaya xwe li kîjan bajarê serf bike û fabrika xwe li kîjan bajarî ava bike. Di encamê de hat ragiandin ku wê fabrika xwe li bajarê Manisayê ava bike.

Ragihandina avakirina fabrîkayê ji aliyê wezîrê zîra’î û daristanê yê Tirkiyê Ekrem Pakdemirli de hat kirin. Wezîr got ku şîrketa Alman ya Volkswagenê di ser wezareta sanayî û teknolojiyê de xebatên xwe yên bingehîn bo bajarê Manisayê daye destpêkirin.

Eger fabrîka Volkswagenê bi dezgeyên xwe ve li Manisayê bingeha xwe deyne, wê bo bajêr bibe ciyê xebatkaran û îstîhdameka mezin çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin