Serok Barzanî pêswaziya Serokê Partiya Turkmen Elî kir

Serok Barzanî pêswaziya Serokê Partiya Turkmen Elî kir

PeyamaKurd - Îro yekşemê (31.03.2019) li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Turkmenî Riyaz Sarikehiye kir.

Di hevdîtinê da Serokê Partiya Turkmenî Sarikehiye ji bo helwesta Serok Barzanî û piştgirîdana mafên turkmen û pêkhateyên din di qonaxên cûda cûda da û nivîsîna destûra Iraqê û her weha li jiyana siyasiya Herêma Kurdistanê da kir.

Di wê hevdîtinê da tekezî li ser hevdû têgihîştin û şêwirîna aliyan û pêkhatan ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin. Her wiha ev e jî dûpat kirin ku berjewendiya hemû netewe û olan li dijayetîkirina tundiyê û karkirina ji bo pêkvejiyan û birayetî û tebayiya di navbera wan da heye.

Di derbarê çarenûs û rewşa Kerkûkê jî tekez li wê yekê kir ku Kerkûk pêwîste bibê mînaka pêkvejiyana olî û mezhebî û neteweyî û parastin û birêvebirina Kekûkê jî bi destê Kerkûkiyan bi xwe ve bê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin